Însiyatîfa azadî ji Abdulah Ocalan re heta Konseya Ewropayê meşiyan

Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ku li Strasboûrgê dest bi çalakiyekê kiribû heta Konseya Ewropayê meşiyan.

Di 1’ê Kanûnê de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakî hatibû destpêkirin.

Endamên Tevgera Jinên Kurd çalakî dewr stendin û ji Qada Repûplîqûeyê heta pêşiya Konseya Ewropayê meşiyan.

Di meşê de pankarta ‘Rêber APO 23 sal in girtî ye. Agahî jê nayê stendin’ û wêneyên Rêber Ocalan hate hildan.

Her wiha di çalakiyê de bi sloganan bal hate kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo .

Li pêşiya Konseya Ewropayê jî jinan dest bi çalakiya rûniştinê kirin û pişt re çûn konê çalakiyê.

Tê payîn çalakî di 17’ê Kanûnê de bi dawî bibe.

Back to top button