Çeteyan yek jê jin 5 welatî ji Efrîna dagirkirî revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ên li Efrînê roj bi roj zêde dibin. Çeteyên dewleta Tirk bi hincetên bêbingeh yek jê jin 5 welatiyên din revandin. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ew derbarê jiyana sê jinên di girtîgeha çeteyan de ne bi fikar in.

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê bê navber dewam dikin.

Dewleta Tirk û çeteyên xwe ji bo zextê li ser welatiyên Efrînê yên mayî bikin û wan bidin koçberkirin, serî li hemû rê û rêbazên qirêj didin.

Çeteyên dewleta tirk rojane welatiyên Efrînê derevînin û bi hincetên berê hazirkirî wan digirin da berdêla berdana wan de pereyan werbigirin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyan welatiya bi navê Nawal Nasan ya 25 salî ya ji gundê Şêx Mihemed yê bi ser navçeya Raco revand û heta niha çarenûsa wê ne diyar e.

Her wiha welatiyê bi navê Xebat Misim Bekir yê ji gundê Kosnalê yê bi ser navçya Raco hate revandin û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Welatî bi navê Hisnî Mihemed Şêx yê 30 salî yê ji gundê Meydankê yê bi ser naçeya Şera ev cara pêncemîne ji hêla çeteyan tê revandin û her carê di berdêla berdana wî de pere jê werdigirin.

Li gundê Basûte yê bi ser navçeya Şêrawa jî, çeteyan zarokê 15 salî yê bi navê Dilyar Ehmed revandin û birin cihekî ne diyar .

Li gundê Hemam yê bi ser navçeya Cindirêsê jî çeteyan welatiyê bi navê Esed Ebû Heyder piştî ku Şehbayê vegeriya revandin û heta niha aqûbeta wî ne diyar e.

Welatiyek jin ji pêkhateya Ereb jî piştî hefteyakê ji revandinê wê, piştî ku malbata wê 125 milyon lîreyê Sûrî dane çeteyan ew berdan.

Jiyana 3 jinên Efrînê ku di girtîgehên çeteyan de ne di xeteriyê de ye

Li aliyekî din, Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand sê jinên Efrînê ku ji destpêka dagirkirian Efrînê e hatine revandin heta niha çarenûsa wan ne diyar e û da zanîn ew derbarê çarenûsa wan de bi fikar in.

Navên her sê jinan jî wiha ne:

Asya Şaban Ibrahîm ji gundê Xelîlka yê bi ser navçeya Bilbilê ku 23’ê Adara2018 tevî birayê xwe Hemze Şaban hatibû revandin.

Hat ragihandin ku birayê wê di bin şkenciyêde jiyana xwe ji des da, çarenûsa Asya jî heta niha nayê zanîn.

Fîdan Ebdilrehmen Bilal û Wîsal Henan Henan jî ku bi sûcên bêbingeh hatin dadeghkirin û niha li Girtîgeha El Raî ne, fikar hene ku bên darvekirin.

Di vê navberê de, çeteyên dewleta Tirk dizî û talankirina malûmilkên welatiyên Efrînê jî dewam dikin.

Çeteyan li gundê Şêx Mehmûdlî yê bi ser navçeya Raco girte ser mala pîrejina 85 salî ya bi navê Sultana Hesen û mala wê talan kir.

Back to top button