
Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi dirûşma “Dem dema avakirina çanda neteweya demokratîk e”, Konferansa xwe ya heftemîn bi beşdariya 200 delegeyan li bajarê Rimêlan li dar xist.
Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk bi dirûşma “Dem dema avakirina çanda neteweya demokratîk e”, Konferansa xwe ya heftemîn li dar xist.
Konferans bi beşdariya 200 delegeyan li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê hate lidarxistin.
Endamên deste û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şandeyeke QSD`ê, her wiha gaziyên şer beşdarî konferansê bûne.
Piştî hilbijartina dîwanê, endamê rêveber ê Komîteya Amadekar a Konferansê Xelîl Tehlo axivî.
Xelîl Tehlo anî ziman, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê xwedî li çand û şaristaniya xwe derkevin û rastiya çanda hevbeş a herêmê derxînin holê.
Endama rêveber a Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen jî axivî û bal kişand ser pêwîstiya parastina çanda herêmê
Her wiha endama Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Mariya Aho axivî û got, divê hemû xebatên çandî di xizmeta azadiyê de bin.
Kesên beşdarî konferansê bûn nerînên xwe anîn ziman:
Piştî axaftinan, konferansê li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî dewam kir û rapora xebatên tevgerê û rêziknameya wê hatin xwendin û nîqaşkirin.