QSD: Şervanên me hewldana çeteyan a ketina gundekî Eyn Îsayê vala derxist

Şervanên QSD’ê hewldana çeteyên dewleta Tirk a ketina gundekî Eyn Îsayê têk bir, gelek çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê li ser hewldana çeteyên dewleta Tirk a ketina gundewarê Eyn Îsayê daxuyaniyek weşand.

QSD’ê ragihand ”Çteyên dewleta Tirk hewl dan dan têkevin gundê Sigîro yê Eyn Îsa, hêzên me jî bersiva wan da.”

QSD’ê eşkere kir ku di encamê de gelek hatin kuştin û yên mayî jî neçar man birevin..

QSD’ê her wiha da zanîn ku pitî têkçûna vê hewldanê, çeteyan gund topbaran kirin da ku cenazeyên kuştiyên xwe bibin.

Back to top button