Komîteya Zanîngeha Silêmaniyê: Destûr tune ti xwendekarek bê cezakirin

Komîteya Zanîngeha Silêmaniyê ragihand ku destûr tune ti xwendekarek ji ber xwepêşdanan bê cezakirin.

Komîteya Zanîngeha Silêmaniyê têkildarî cezakirina xwendekaran ji ber xwepêşandanan daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Komîteyê ragihand, ”Destûr nîne ti xwendekarek ji ber xwepêşdanên ji bo daxwaza mafên xwe yên rewa bên cezakirin”.

Komîteyê da zanîn ku li gel dabînkirina pêwîstiyên sereke yên kolejan û beşên navxweyî, wê hewldanên xwe dewam bikin.

Di dawiyê de komîteyê daxwaz ji xwendekaran kir ku dema xwe ya xwendinê biserkeftî temam bikin.

Back to top button