Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî ragihand, wê operasyonên wan ên li dijî bermahiyên DAIŞ’ê berfireh bibin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser zêdebûna êrîşên DAIŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Kazimî ragihand ku ew ê operasyonên leşkerî yên dijî DAIŞ’ê berfireh bikin û piştrast kir ku îro balafirên Iraqû li nuqteyên DAIŞ’ê xistine.
Kazimî li ser hinek gefên komên çete ku navê wan eşkere nekir jî ev peyam da:
“Hinek kes dixwazin bi çek li dijî dewletê rawestin. Lê ti kes li ser yasa re nîne, em ê li hember wan rawestin.”