LI KERKÛKÊ DAIŞ ÊRÎŞ KIR Û 3 POLÎS HATIN KUŞTIN

Li Kerkûkê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyek polîsên Federal ên Iraqê kirin. Di êrîşê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest dan û 2 polîs jî birîndar bûn

Li nêzî gundê Kelhur ê li ser riya Kerkûk û Hewlêrê şeva din DAIŞ’ê êrîşî nuqteyekî polîsên fedral kir.

Di êrîşê de 3 polîsên federal ên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê çete ber bi çiyayên Kanî Dumelan ve reviyan.

Ziyana ku gihiştiye çeteyên DAIŞ’ê nehate zanin.

Nuqteya ku şevê din çeteyên DAIŞ’ê êrîş kirinê dikeve bakur rojavayê Kerkûkê.

20 kîlometre jî ji navenda Kerkûkê dûr e.

Herêma Çiya Dumelan rêze-çiyayek e ku demek dirêj e çeteyên DAIŞ’ê lê ne.

Leave a Reply

Back to top button