Amerîka di warî dîplomatîk û fermî de biryara boykotê da

Sibata 2022’an li Çînê yek ji pêşbirkên mezin ên Sporê “Olympiada Zivistanê” destpê dike. Amerîka bi îdîaya ku rêveberiya Çînê mafê mirovan binpê dike, biryar da ku di warê dîplomatîk û fermî de vê olumpiadê boykot bike. 

Di navbera 4 û 20’ê Sibata 2022’an de wê ev Olympiada Zivistanê li Çînê destpê bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden beriya mehekê ragihandibû ji ber binpêkirina mafê mirovan, dibe ku ew olympiadê boykot bikin.

Li ser mijarê Berdevka Koşka Spî Jen Psakî doh helwesta welatê xwe eşkere kir.

Psakşî anî ziman ku tişta Çîn li herêma Sîncanê dike, qirkirin e û got:

Ji ber berdewamiya zilma li dijî gelê Uygur, rêveberiya Biden biryar da ku di warê dîplomatîk û fermî de, olympiadê boykot bikin.

Li gorî vê, Waşîngton wê ti nûnerê xwe neşîne Pekînê.

Wezareta Karê Derve ya Çînê li dijî biryara Amerîkayê nerazîbûn nîşan da.

Brdevkê balyozxaneya Çînê ya li Waşingtonê Lio Bingio jî got ev yek wê bandorê li Olympiadê û serkeftina wê neke.

Back to top button