Li Almanya..hikûmeta nû ji 8 jin û 9 mêran pêk tê

Li Almanyayê serdema hukûmeta koalîsyonê destpê dike.

Serokwezîrê nû yê welat Olaf Scholz e û hukûmet jî ji 8 jin û 9 mêran pêk tê.

Piştî li hevkirina Partiya Sosyal Demokratîk, Partiya Demokratên Azad û Kesan, li Almanyayê hukûmeta koalîsyonê yê avakirin.

Namzetê Sosyal Demokratan Olaf Scholz wê sibe li Meclisê piştî merasîma sondxwarinê, bi awayekî fermî dibe serokwezîr.

Bi vî awayî wê dawî li desthilatdariya 16 salan a Tifaqa Xirstiyan û Angela Merkel were anîn.

Dîsa heman rojê wê endamên kabîna hukûmeta nû jî dest bi erka xwe bikin.

Hukûmet ji 8 jinan û 9 mêran pêk tê.

Dabeşkirina wezîran jî wiha ye:

SPD serokwezîrtî û 6 wezîr.

Keskan, 5 wezîr

FDP jî 4 wezîr.

Back to top button