“Her rojeke zêde li zindanê wê rê li ber encameke giran veke”

Aysel Tugluk..Yek ji hezaran siyasetvanên Kurd ku weke rehîne di girtîgehên dewleta Tirk de ne.
Tevî ku rewşa wê ya tendirûstiyê xerab bûye jî dadgeriya Tirk, destûrê nade ku ji girtîgehê derkeve.
Parêzer jî vê helwestî wiha şîrove dikin: Her rojeke zêde ji mayîna Aysel Tugluk li girtîgehê, wê bibe sedema encameke kambax.

Parêzer, parlementer û alîkara berê ya Hevserokên HDP’ê Aysel Tugluk.

28’ê Kanûna 2016’an di encama tevgera qirkirina siyasî de weke bi hezaran hevkarên xwe hat girtin.

10 sal cezayê zindanê lê hatiye birîn..

Û ev 5 sal in di nava şertên giran de dimîne.

Çend meh in rewşa wê ya tendirûstiyê pir giran bûye..

Li gorî rapora doktoran, êdî Aysel Tugluk nema kare bîra tiştan bibe.

Saziya Tiba Adlî ya girêdayî dewletî jî eşkere kir ku siyasetvana Kurd di nava şertên zindanê de nikare xwe li ser piyan bigre.

Lê tevî vê yekê jî dadgeriya rêjîmê destûrê nade ku Aysel Tugluk were berdan.

Ji ber vê yekê daxwaza lezgîn a taloqkirina hukmê li ser hate kirin.

Dadgeriya ku fermanên xwe ji hukûmeta Tirk digre, ev daxwaz red kir.

Ji parêzerên wê Serdar Çelebî li ser mijarê ji Deutsche Welle (Doçe Wêle) re axivî, li hemberî helwesta dadgeriyê nerazîbûn nîşan da û got:

Her rojeke zêde a mayîna Aysel Tugluk li zindanê, wê rê li ber encamên kambax veke.

Êdî wê wisa lê bê ku derfetên başkirin û dermankirina wê ji holê rabin.

Ji raporên jî diyar dibe ku Aysel Tugluk bi tena xwe nikar li nava şertên giran bimîne.

Back to top button