Fermandarekî berê yê pêşmergeyan: Çekên Koalisyonê hatine veşartin

Fermandarê berê yê pêşmergeyan Ekber Ênaxî dibêje “Hikumeta Başûrê Kurdistanê beşek ji çekên Kaolîsyona navnetewî nade pêşmergeyan û ev çek ji aliyê partiyan ve hatine desteserkirin û veşartine.”

Ekber Ênaxî ku niha berpirsê Pêşmergeyên Dêrîn yê Helebçeyê ye behsa çekên ku koalisyona Navneteweyî ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê dane Hikumeta Başûr kir û ev got:

“Çek bi awayekî bêdadî li ser Tugayên (lîwa) û hêzan hatine dabeşkirin.

Li gorî agahiyên ku me girtine hinek ji çekên pêşketî, ji aliyê partiyan ve hatine girtin.

Van çekan nadin pêşmergeyan û li cihekî din veşartine.”

Têkildarî destwerdana partiyan li karên Wezareta Pêşmergeyan jî Ekber Ênaxî ev anî ziman “Sepandina desthilata partiyê li ser hikûmet û Wezareta Pêşmergeyan rewş xirab kiriye.”

HPG’ê li hember êrişên DAIŞ’ê yên dawî li Başûrê Kurdistanê duh got ew amade ne gel biparêzin.

Back to top button