Zelenskiy serdana hêzên li eniya herêma Donbasê kir

Li sînorê welatê Ûkrayna 175 hezar leşkerên Rûs hene.
Ev leşker ji bo derbasbûna xaka Ûkrayna li benda fermana Serokê Rûsya Putin in.
Di demek wisan de, Serokê Ûkrayna Zelenskiy berê xwe da eniya hêzên li herêma Donbasê.
Koşka Spî jî ragihand ku di rewşek dagirkeriya Rûsya bû Ûkraynayê de, wê hilbijartina wan ya yekem ne destwerdanek leşkerî be

Di demeke ku li sînorê navbera Ûkrayna û Rûsya bi sedhezaran leşkerên Moskow heyî de, Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskiy serdana eniyên pêş kir.

Wezareta Serokatiya Ukrayna di daxuyaniya nivîskî ya parvgerî de ragihand ku Zelenskiy li herêmê nîşaneya dewletê daye 5 leşkeran.

Zelenskiy ji ber parastina xaka welat leşkerên li eniyên pêş pîroz kir û keyfxweşiya xwe ya li gel wan anî ziman.

Serokê Ukraynayê beşdarî merasima pîrozbahiyê ya li Xarkovê bû.

Di merasima ku li Meydana Mihaylivska ya li Kîevê hat lidarxistin da li bajarên cuda yên welêt merasîm hatin lidarxistin, jeepên Humvee yên ku di Hêzên Çekdar ên Ukraynayê da tên bikaranîn hatin pêşandan.

“Roja Hêzên Çekdar ên Ukraynayê” ji 6’ê Mijdara 1991ê ve her sal tê pîrozkirin.

Pentagon: Rûsya hebûna hêzên xwe yên li sînor zêde kiriye

Tevgera Moskowa ya li sînorê Kîevê di rojeva Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) de bû.

Berdevkê Pentagon John Kirby di daxuyaniya çapemeniya rojane de ragihand ku Rûsya hêzên xwe yên li sînorê Ûkrayna zêde dike.

Ev yek jî dibe sedema derketina şerekî li herêmê.

Koşka Spî: Wê destwerdanek leşkerî ne di vebijêrkên despêkê de be

Koşka Spî jî li ser mijarê helwesta Waşîngtonê diyar kir.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di civîna çapemeniya rojane de ragihand ku di rewşek dagirkirina Rûsya ya Ûkraynayê de wê wê destwerdanek leşkerî ne di vebijêrkên wan yên despêkê de bin.

Psaki anî ziman ku wê li ser destwerdanek li hemberî Ûkrayna, Serokê DYA Joe Biden, hempîşeyê xwe yê Rûsya Vladimir Putin hişyar bike.

Di rapora îstixbareta Amerîkayê de derketibû holê ku Rûsya 175 hezar leşkerên xwe li sînorê Ûkrayna bicih kiriye.

Wêneyên ku di çapemeniya Amerîka de derketin jî metirsiya planê eşkere kiribû.

Back to top button