Li Endoneziya..ji ber teqîna Volkana Semeru de 34 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Endoneziya, di teqîna Volkana Semeru de, zirareke mezin li herêmê bû.
Heta niha 34 kesan jiyana xwe ji dest daye û li herêmê xebatên ji bo lêgerîna 26 kesên winda ji dewam dike.

4’ê Kanûnê li Volkana Semeru ya 3 hezar û 676 metre bilindahiya li rojhilatê greva Cava a Endonezyayê ye teqînek pêk hat.

Li gorî daxuyaniya herî dawî ya rayedarên herêmî, hejmara miriyên di karesatê de derket 15’an.

Her wiha nêzî sed kes jî birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku xebatên lêgerînê yên ji bo 26 kesên ku windane dewam dike.

Ji 19 cihên li derdora volkanê bi tevahî hezar û 700 kes ji bo cihên ewle hatine veguhestin.

Herî dawî li herêmê di Çile de li çiyayê navborî teqîn pêk hatibû.

Wê demê ti ziyanên canî çênebûbûn…

Li Rojhilatê Cava ji ber teqîna volkanîk 15 kes mirin

Li Endonezya Teqîna volkan

Back to top button