Lîbya..Astengiyên li pêşiya namzetiya Hafter rabûn

Li Lîbyayê eger rewşeke aloz û awarte peyda nebe, plan ew e ku 24 vê mehê hilbijartinên giştî pêk werin..

Lê pêşbaziya di navbera namzetan de nîşan dide ku wê ev hilbijartin bi hêsanî pêk neyîn.

Piştî Seyfûlîsmal Qedaf û Debîbe, astengiyên li pêşiya namzetiya Xelîfe Hafter jî rabûn.

Piştî şerê navxweyî yê 10 salên derbasbûyî, cara pêşî wê li Lîbyayê hilbijartinên serokatiyê û parlementoyê pêk werin.

Ji 73 namzetên serokatiyê, herî zêde navê 3 kesan derdikev e pêş.

Ew jî ev in:

Kurê lîderê berê yê Lîbyayê Mumamer Qedafî, Seyfûlîslam.

Serokwezîrê Hukûmeta Netewî Abdulhemîd Debîbe.

Û fermandarê artêşa Lîbyayê Xalîfe Hafter.

Piştî serlêdanan ji bo namzetiya hersê kesan jî daxwaza betalkirinê hatibû kirin.

Destpêkê astengiyên li pêşiya Seyfûlîslam û Debîbe ji holê hatin rakirin.

Herî dawî jî dadgeha bajarê Zawiyê serlêdana ji bo betalkirina namzetiya Hafter qebûl kirin.

Li gorî nûçeya televizyona El Ahrar a Lîbyayê, Dadgeha Temyîz a Terablûsê, biryara xwe a têkildarî mijarê eşkere kir..

Dadgehê daxwaza betalkirinê red kir û bi vî awayî astengiyên li pêşiya nametiya Hafter ji holê hatin rakirin.

Niha herkes li benda helwesta Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ye.

Lewma piştî ku komîsyonê lîsteya dawî eşkere bike, wê navê namzetan jî were zelalkirin.

Back to top button