Sûdan..Bi dehezaran kes li paytext Xertûmê daketin qadan

Li Sûdanê careke din xwepêşandêr li qadan bûn.
Bi dehezaran xwepêşandêrên li paytext Xertûm û bajarên din meşiyan, bi yek dengî daxwaza rêveberiyeke sivîl a li welat kirin.

Di xwepêşandanên doh li paytext Xertûmê hatin lidarxistin de jî bi dehezaran beşdar bûn.

Xwepêşandêr ber bi koşka serokomariyê ve meşiyan.

Piştî vê yekê polîsan destwerdan kir û bi bombeyên gazê êrişî xwepêşandêran kir.

Xwepêşandêr daxwaza rêveberiyeke sivîl dikin.

Lê li dijî vê yekê artêş hêzeke zêde bikar tîne.

Di xwepêşandanên ji roja despêka darbeyê heta niha 43 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Xwepêşandêrên ku bi awayekî rêxistinkirî dest bi çalakiyan dikin ragihandin ku ewê 13-19-25 û 30’ê Kanûnê jî li qadan bin.

Meşên protestoyî tenê li Xartûmê sînordar nebûn.

Di heman demê de li gelek bajarên Sûdanê bi beşdariya bi hezaran kesî û gotina sloganan xwepêşandan hatin lidarxistin.

Piştî darbeya leşkerî ya 25’ê Cotmehê li Sûdanê, aloziya heyî zêde bûye.

Ji wê rojê ve li welat xwepêşandêr dadikevin qadan û bertek nîşanî artêşa darbekar didin.

Her çiqasî di navbera artêş û hikumet serokwezrî Ebdula Hemdok de hilevkirin pêk hatibe jî lê kolanên Sûdanê ji xwepêşandêran vale nebûne.

Back to top button