CEBAR YAWERLI: DIVÊ HÊZÊN PARASTINA SÎNOR BIÇIN ŞÛNA LEŞKERÊN TIRK

Piştî serdana Wezîrê Karê derve yê deweleta tirk a ji bo Iraqê gelek gotegot belav bûn.

Yek ji van jî dewleta tirk ji Iraqê re gotiye, ger hun bixwazin em ji herêmê derbikevin bila artêşa we bê cihê me.

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer li ser vê mijarê axivî û got;

“Mebest ewe ku hêzên parastina sînor li şûna hêzên Tirkiyê li ser sînorê Herêma başûrê Kurdistanê bicîh bibin e.

Ev hêz jî girêdayî Wezareta Hundirîn a Iraqê ne û Kurd in.”

Artêşa Tirk a dagirker li başurê Kurdistanê zêdetirî 20 baregeh vekirine û 30 km herêm dagir kiriye.

28’ê Nîsanê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu serdana Iraq û Herêma başûrê Kurdistanê kir.

Hate diyar kirin di hevdîtinê de rayedarên hikûmeta Iraqê daxwaz ji Tirkiyê kir ku hêzên xwe ji Iraqê vekişîne.

Lê Wezîrê Tirk jî gotibû,

“Eger hêzên Iraqê li şûna hêzên me bicîh bibin, em ê vekişin.”

Têkildarî mijarê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawerpirs kir ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Cebar Yawer got:

“Ev lihevkirinek di navbera herdu dewletan de ye. Peywendiya wê bi me re nîne.

Tişta ku tê gotin, hêzên Iraqê bêne şûna hêzên Tirk. Mebesta wan ewe ku hêzên parastina sînor biçin wir.

Li Herêma Kurdistanê sê tûgayên parastina sînor hene.

Ev tûgay girêdayî Fermandariya Yekem a Parastina Sînor a Dewleta Federal a Iraqê ne.

Ew jîgirêdayî Wezareta Navxweyî ya Iraqê ne.

Hejmara wan nêzî 11 hezar kes in û hemû Kurd in. ”

Cebar Yawer got ku agahiya wî ji lihevkirina di navbera Iraq û Tirkiyê ku di dema serdana Çavuşoglu de pêk hatiye nîne û ev tişt anî ziman:

“Ji ber ku ez ne di hevdîtinê de bûm. Agahiya min ji hevdîtina nîne.

Hun dikarin ji Wezareta Hundirin bipirsin.

Yan jî rêzdarên ku li gel Çavoşolgu hevdîtin kirine.

Hem ji aliyê hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê û hem jî aliyên hêzên siyasî ve diyare ka kî tevlî hevdîtinê bûne.”

Leave a Reply

Back to top button