Biden beriya civîna bi Putin re li gel lîderên Ewropa civiya

Di mijara Ûkraynayê de metirsiyek zêde heye.
Ev metirsî ne tenê di çarçoveya şerê navbera herdû welatan de ye.
Ji ber ku Ewropa êrişek li dijî Ûkrayna li hemberî xwe dibîne.
Ji xwe her li ser vê mijarê helwesta DYA jî yek ji xalên herî zêde tê mereqkirine.
Di nava van mereq û fikaran de, îro wê serokê DYA Biden û Putin bi axivin.
Lê beriya vê axaftinê, Biden bi lîderên Ewropa re civiya û aliyan li ser rêzgirtina ji serweriya Ûkraynayê re lihev kirin.

Beriya vîdeokonferansa ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin geşedanên li Ukraynayê binirxînin, Biden bi lîderên Ewropayê re hevdîtin pêk anî.

Koşka Elysee ya Fransayê bi daxuyaniyekê ragihandin ku serokên dewlet û hikûmetên DYA, Fransa, Almanya, Îtalya û Îngilîstanê doh êvarê bi rêbaza telekonferansê li hev civiyan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, lîderan li ser rêzgirtina ji Ûkraynayê re lihev kirine.

Her wiha ji bo parastina aştî û ewlehiya li Ewropa jî wê bixebitin.

Lîderan bang li Putin kirin ku ji bo çareserkirina nakokiyên li rojhilatê Ûkraynayê bi rêya diyalogê danûstandinan bidomînin.

Amerîka jî ragihand ku ewê bi Kîev û hevalbendên wê yên li Ewropayê re hevkariyê bikin.

Koşka Spî jî di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinê de diyarkirin ku komê li ser rêbaza dîplomasî ya ku weke tekane rêya pêşîgirtina şerek li herêmê ye li hev kiriye.

Ji ber ku Rûsya ev demek e leşkeran dişîne ser sînorê Ûkraynayê, fikarên êrişeke li dijî welat derdikevin pêş.

Li gorî nûçeya Washington Postê ku di dawiya hefteya borî de li ser bingeha analîzên veşartî yên yekîneyên îstîxbarata Amerîkayê hat weşandin, Rûsya amadekariya dagirkirina Kîevê dike.

Di nûçeyê de hat îdiakirin ku operasyon wê bi 175 hezar eskerên ku berê xwe dane sînor bên kirin.

Li gel ku Pentagon li ser van îdîayan nirxandinek nekiriye, lê Moskow van îdîayan red dike.

Li aliyê din Rûsya îdia dike ku Ûkrayna ji aliyê welatên rojavayî ve li dijî wê tê çekdarkirin.

Beriya civîna bi vîdeo-konferansê ya di navbera Biden û Putin ku wê îro pêk were, wê Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Antony Blinken bi Zelenskiy re biaxive.

Ji aliyê din ve tê çaverêkirin ku Biden piştî hevdîtina xwe ya bi Pûtîn re bi xwe telefonî Zelenskiy bike û derbarê hevdîtinê de wî agahdar bike.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov doh got,

Moskow hêvî nake ku “serkeftinek” ji danûstandinan derkeve, lê axaftin hertim baştire.

Back to top button