Pandora Papers: Di lîsteyê de 131 navên ji Tirkiyê heye

Belgeyên Pandora ku li cîhanê maskeyê li ser rûyê gelek kesan rakir, bi navên nû careke din di rojevê de ye.
Ji Tirkiyê navê 131 kesan di beheşta revandina bacê de heye.
Ji van kesên berê di erkên bilind yê wezîrtî de kar kirîn ji heye.

Konsorsiyûma Navneteweyî ya Rojnamevanên Lêkolîner (ICIJ) di lêkolîna xwe ya Pandora Papers de, belgeyên nû eşkere dike.

Di nava van belgeyan de, siyasetmedar, karsaz û gelek kesayetiyên din çawa berê drav veguheztin bihiştên bacê.

Lêkolîna Pandora Papers a nû ku ji hêla konsorsiyûma ve hatî parve kirin ji 117 welatan zêdetirî 600 rojnamevan beşdar bûne.

Ev jî li ser bingeha nêzî 12 mîlyon belgeyên ku ji 14 şirketên “qanûn” û “şêwirmendiya darayî” yên ku li 31 welatan kar dikin, derketine.

Di lîsteya ku îro hat weşandin de, 131 navên din jî hene ku ji Tirkiyê pere diguhezînin şîrketên deryayî.

Ji van xwediyên şirketên deryayî, 114 Alcogal û 17 kirêdarên Fidelity ne.

Pandora Papers bal kişand ser Tirkiyê ku şirketên mezin ên cemaweriyê û dibêje ev şerket dahata xwe vediguhezînin bihuştên bacê.

Di nav belgeyên ku hatine eşkerekirin de malbatên Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev, Serokwezîrê Çekyayê Andrej Babîs, Serokê Ukraynayê Vladimir Zelenskiy, Serokwezîrê Libnanê Necîb Mikatî, Serokê Kenyayê Uhuru Kenyatta, Serokê Ekvadorê Guillermo Lasso Mendoza, Serokê Şîliyê Sebastián Pinera, Serokwezîrê Brîtanya Tony Blair jî hene.

Û her wiha peywendiyên hejmareke mezin ji siyasetmedar û serokên dewletan bi derve re eşkere kir.

Pandora Papers: Armanc ronîkirina zererên li sîstemê ne

ICIJ diyar dike ku ji bo berjewendiya gel van agahiyan diweşîne.

Digel ku navê kesek an şirketên di belgeyên eşkerekirî de nayê vê wateyê ku wî an wê bi neqanûnî an nerast tevdigere.

ICIJ dibêje bi rêya van agahiyan ew ronahiyê didin ser ziyanên ku li sîstemê tê kirine.

Piştî 3 Cotmeha 2021’an Belgeyên Pandora hatin weşandin, rayedarên Pakistan, Meksîka, Spanya, Brezîlya, Srî Lanka, Awusturalya, Panama û deverên din soz dan ku lêkolînê li ser xwediyên deryayan bikin.

Van belgeyan bandoreke zêde li Ewropa û Amerîkayê jî kir.

ICIJ ragihand ku wê di sala 2022’an de belgeyên nû jî werin weşandin.

Back to top button