Li Besrayê..Di ancama teqînê de 4 kes mirin 20 ji biîrndar bûn

Li bajarê Besra yê Iraqê teqînek bi hêz pêkhat.
Li gorî agahiyên destpêkê çar kesan jiyana xwe ji dest dane û herî kêm 20 jî birîndar bûne.

Di saetên nîvro de li nêzî xwaringeha Cenova ya nêzî Nexweşxaneya Komarî ya Besrayê, teqînek bi hêz pêkhat.

Li gorî agahiyên destpêkê ku Şaneya Ragihandinê ya Artêşa Iraqê belavkirine, di encama teqînê de çar welatiyan jiyana xwe ji destdan û bêtirî 20 jî birîndar bûn.

Ji ber bandora zêde ya teqînê fikarên zêdebûna jimara miriyan heye.

Piştî teqînê jimareke zêde ya ambulans û timên agirkujiyê berê xwe dan herêmê.

Hat gotin teqîn bi rêya motorsiklêtek bombebarkirî pêkhatiye.

Kesên jiyana xwe ji destdane jî di nava wesayîta li nêzî teqînê de bûn.

Back to top button