Etiypopya: 2 bajarên stratejîk ji destê TPLF hatine derxistin

Li Etiyopya şerê navbera Eniya Rizgariya Gel a Tîgray û artêşa welat de dijwar bûye.
Hikumeta Etiyopya ragihand ku wan 2 bajarên stratejîk ji bin kontrola hêzên Tîgrayê derxistine.

Hikumeta Etyopyayê ragihand ku wan herdu bajarên stratejîk Disi û Kombolcha yên li bakurê welêt ji nûve bi dest xistine.

Nivîsgeha ragihandina hikumetê di Twitterê de got,

hêzên ewlekariyê bajarên bazirganî û pîşesaziyê Disi û Kombolcha rizgar kirin.

Beriya mehekê, Eniya Rizgariya Tîgray herdu bajarên navborî kontrol kiribûn.

Hikûmeta Etiyopyayê di 2’ê Mijdarê de ji ber êrîşên Eniya Rizgariya Gel a Tîgarayê (TPLF) li welêt rewşa awarte ragihand.

Li dijî êrîşên muhtemel ên Tîgara yên li ser paytext Addis Ababa, hêzên erka parastinê hatin avakirin.

4’ê Mijdara 2020’an artêşa Etiyopya li dijî herêma Tîgrayê dest bi êrişê kiribû.

Her çiqasî di nava 3 hefteyan de artêşê serkeftina xwe ragihand jî lê nekarî li herêmê xwe bigre.

Ji ber wê yekê neçar ma ji herêmê vekişe.

Hêzên Tîgaryê ku careke din hêza xwe komî serhev kirin, dest bi êrişê kirin.

Ji ber şerê ev saleke li herêmê dwam dike, nêzî 2,5 milyon kes koçber bûn.

Her wiha pêwistiya bêtirî 7 milyon kesî ji bi alîkariya mirovî heye.

Back to top button