HPG: Li herêma Zapê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li herêma Zapê li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. Di encamê de 2 leşkerên hatin kuştin û çeperek jî hat rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de 5’ê Kanûnê li qada Cîloyê Biçûk a herêma Zapê, hêzên me ji 2 baskan ve bi rengekî koordîneyî li dagirkeran xistin.

Di encama vê çalakiya serketî de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamelyayeke dagirkeran hatin rûxandin.

Di navbera 3 û 5’ê Kanûnê de li herêma Metînayê, artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û qereqolên li ser sînor bi obusan bombe li qada Girê Hakkarî û li herêma Garên gundên Kanîsarkê, Gûzê, Çemrobotkî û qada Kafyayê barand.

Di navbera 3 û 7’ê Kanûnê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê qadên Girê Cûdî, Girê FM, Gundê Fileha, Sîda, Çemço û Rênçbiraxa bi balafirên şer û bi obusan bombebarankirin.

Êvara 5’ê Kanûnê jî gundê Şiyê yê ser bi herêma Dînartê bi balafirên şer hate bombebarankirin.”

Back to top button