PDK a li dijî DAIŞ’ê şer nake hêzên xwe dişîne qadên gerîla

PDK li şûna ku hêzên xwe bişîne cihên ku DAIŞ êriş dike, dişîne qadên gerîlla. PDK, şeva 5’ê Kanûnê dîsa çek û hêzên xwe şande herêma Şeladizê.

Ev çend roj in DAIŞ li dijî pêşmerge û welatîyên Başûrê Kurdistanê êrişan pêk tîne.

Lê hember vê yekê, PDK’ a ku li şûna hêz bişîne çeperên li dijî DAIŞ’ê, hêzeke nû ya leşkerî şand ber bi qadên gerîlla.

ANF’ê dîmenê şandina hêzên PDK’ê ber bi Şêladizê parve kir.

Hat diyar kirin ku PDK hejmarek zêde ya wesayîtên zirxî û çekên giran, hêzên xwe veguhestiye Şeladizê.

Hîn kesên ku xelkê heremê ne nerazîbûn nîşanî vê yekê didin û dibêjin; ”Şer li deştê ye, ne li vir e.”

Back to top button