Hêzên hikûmeta Şamê herêmên Idlib û Hemayê bombebaran kirin

Îro jî hêzên hikumeta Şamê herêmên li başûrê Idlibê û bakurê rojavayê Hemayê bombebaran kir. Ber destê sibê jî bendera li bajarê Sûrî Lazqiyê, bû hedefa êrişa hewayî ya artêşa Îsraîlê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê duh û îro herêmên Benîn, Fitîra û Filêfil a li çiyayê Zawiyê ya li başûrê Idlibê bombebaran kir.

Her wiha eniyên şer ên li Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemayê jî hedef girtin.

Balafirên şer ên Rus careke din navendên DAIŞ’ê bombebaran kirin

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku ev 2 roj in balafirên şer ên Rusyayê êrişî navendên DAIŞ’ê ên li çolistana Reqayê û ya Dêrazorê, dikin.

Hat diyar kirin heta niha zêdetirî 15 moşekan hatine avêtin.

Back to top button