Mezlûm Ebdî: Li hember êrişan yekîtiya netewî girînge

Ev demeke tevgera DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê zêde bûye û gelek êrişan pêk tîne. Fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: Li hember êrişê, yekitiya netewî êdî girîngiyeke stratejîk e. HDP’ê jî derbarê heman mijarê de got: Divê rê li pêşiya komkujiyên mîna Şengalê were girtin.

Ev demeke tevgera DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê zêde bûye:

Di encama van êrişên çeteyên DAIŞ’ê de gelek pêşmerge û hêjmarek sivîl şehîd û birîndar bûn..

Herî dawî jî çeteyên DAIŞ’ê li gundê Saqiye yê bajarokê Giwêr ê Mexmûrê êrişî hêzên Pêşmerge kir..

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî têkildarî van êrişên çeteyên DAIŞ`ê li başûrê Kurdistanê, li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da..

Fermandar Mezlûm Ebdî di daxuyaniyê de got:

“Em êrişên rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst li dijî hêzên Pêşmergeyan û Herêma Kurdistanê bi fikar dişopînin.

Dilovaniyê ji bo giyana şervanên di êrişan de şehîd bûne dixwazin.

Em teqeziyê li ser xurtkirina koordîne û hevkariya leşkerî û ewlehî ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ`ê dikin.

Ji bo sekinandina li hemberî xeteriyan, yekitiya netewî êdî girîngiyeke stratejîk e.”

HDP: Divê rê li pêşiya komkujiyên mîna Şengalê were girtin

Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ûca û Hişyar Ozsoy jî derbarê mijarê de daxuyanî dan…

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Li Iraqê bi taybetî jî li herêmên Başûrê Kurdistanê yên statuya wan ‘cihê nîqaşê ye’ weke Mexmûr, Kerkûk û Şengalê êrişên DAIŞ’ê zêde bûne.

Ji ber van êrişan metirsiyeke mezin li ser sivîlên li herêmê heye. Em vê rewşê ji nêz ve dişopînin.”

Her wiha di dewama daxuyaniya komsyona Têkiliyên Derve ya HDPê de ev yek hat ziman:

“Li dijî êrişên DAIŞ’ê em li bendê ne ku hêzên hikumeta Iraqê û hêzên pêşmerge ji bo parastina sivîlan tedbîrên têrker ên koordîneyî bigrin.

Divê pêşî li hewldanên qirkirinê yên mîna li Şengalê derheqê kurdên Êzidî de pêk hatin bê girtin..”

HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de, bang li Koalîsyona Navneteweyî jî kir ku li hember êrişên DAIŞ’ê bi roleke bi bandor rabe.

Back to top button