PDK cenazeyên şehîdan nade malbatên wan

Çalakiya malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka a ji bo wergirtina cenazyên şehîdan 64 roj in didome. Lê PDK a ku gerîla şehîd xistine bersiva malbatan nade. Îro bi beşdariya endamên meclisa Girkê Legê û endamên HPC-Dêrikê çalakî dewam kir. Çalakgeran bang li PDK’ê kirin ku dest ji xiyaneta xwe berde û cenazeyan radestî malbatên wan bikin.

Çalakiya malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka a ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe yên ku di kemîna hêzên PDK’ê de li Xelîfanê şehîd bûn 64 roj in dewam dike.

Îro endamên meclisa navçeya Girkê Legê çalakî ji koma Çilaxa dewr girt.

Hêzên Parastina Civakî HPC û xebatkarên Şîrketa Girzîro ya Dêrikê jî serdana konê çalakiyê kir.

Li çalakiyê Endama meclisa navçeyê Zîlan Roj axivî û got:

“Ez hêvî dikim ku PDK cenazeyên şehîdên me bide me û ez bang li PDK’ê dikim ku were ser xeta Kurdayetiyê.”

Li ser navê meclisa Çilaxayê Mûrad Şemo jî wiha got:

“Em bawer dikin ku ev çalakiya birûmet dê bi serketinê bi encam bibe.”

Endamê HPC-Dêrikê Salih Sadik jî diyar kir ku çalakiya wan hêza xwe ji têkoşîna 40 salan a rêber Ocalan digire û wiha got:

“Ez PDK’ê şermezar dikim ku cenazeyên şehîdên me yên ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistanê canê xwe feda kir, nade.

PDK talîmatên xwe ji dewleta Tirk digire, xayin e û ji bo berjewendiyên xwe kar dike.”

Ev çalakî bi salan jî bidome, em teslîmiyetê qebûl nakin û bi şîara ‘Berxwedan jiyan e’ em ê berxwedana xwe bidomînin.”

Her wiha li ser navê xebatkarên Şîrketa Girzîro, Emîn Silêman jî wiha axivî:

“Em ê li ser şopa rêber Abdullah Ocalan bin, çalakiya me li vir bi xwe bersivek û peyamek e.”

Emîn Silêman di dawiya axaftina xwe de ev bang li PDK kir ku cenazeyên şehîdan radest bike.

Back to top button