Di êrişa dewleta Tirk ya ser Şengalê de hevserokê MXDŞ’ê şehîd bû

Dewleta Tirk îro careke din bi balafirên bêmirov ên bi çek, êrişî Şengalê kir… Di êrişa terorî ya dewleta Tirk a dagirker de, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû. Di wesayitê de 2 zarokên Merwan Bedel jî hebûn.

Dewleta Tirk a dagirker, êrişên xwe yên li ser Şengalê didomîne..

Bêdengiya Hikumet û desthilata Îraq û başûrê Kurdistanê jî hîne zêdetir riya êrişan ji dewleta Tirk re xweş dike..

Îro saet derdora 14:00’an de, careke din balafirên bêmirov a dewleta Tirk ên bi çek li dijî Şengalê êrişek pêk anî.

Êriş li bajarpola Xanesorê li dijî erebeyek sivîl pêk hat…

Di erebê de Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda hebû.

Di dema êriş de, du zarokên Merwan Bedel jî li gel wî di erebeyê de bûn..

Di encama vê êrişê de, Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şehîd bû..

Her du zarokên wî jî ku di erebeyê de bûn, ji aliyê welatiyên derdor ve ji nava agirê êrişê hatin xilaskirin…

Piştî êrîşê jî tevgera balefirên keşfê yên dewleta Tirk bi awayekî zêde dewam kir…

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro roja yekem a cejna Êzî ye û dewleta Tirk di roja cejnê de pêşengekî din yê Êzîdiyan hedef girt.

Di meha Tebaxê de jî dewleta Tirk li Şengalê komkujî pêk anî

Dewleta Tirk di 17 Tebaxa 2021’an de jî bi balafirên şer, nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şengalê bombebaran kir û di encamê de kadroyên tendirûstiyê û diktor şehîd bûn..

Di 16’ê tebaxê de jî li navenda Şengalê di rêya sûka kevin de dewleta Tirk erebeya ku Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û biraziyê wî li gel şervanekî YBŞ hedef girt û ew şehîd xistin.

Back to top button