Saziyên civaka Êzidî ên li Ewropayê ji bo Şengalê banga çalakiyan kirin

Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bang li gelê Kurd bi taybetî jî civaka Êzidî kir ku vê êvarê li gelek bajarên Elmanyayê dakevin qadan û li ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê rabin.

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê derbarê êrişên dewleta Tirk de daxuyaniyek da.

Koordînasyonê di daxuyaniyê de bal kişand ser şehîdxistina Hevserokê Desteya Rêveberiya Xweser a Şengalê Mervan Bedel û diyar kir ku wê vê êvarê li gelek navendên Elmanyayê çalakiyan lidar bixin.

Ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê li civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurd hate kirin.

Back to top button