Li Heleb û Eyn Îsayê ji bo azadiya Rêber Apo meş hatin lidarxistin

Îro bi hezaran şêniyên Helebê û Eyn Îsayê ji bo azadiya rêber Ocalan daketin kolanan. Welatiyan bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rakirina tecrîdê zextê li dewleta Tirk bike.

Di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên xwe dewam dikin.

Li Heleb bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û endamên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan meşek li dar xist.

Şênî li rojavayê taxa Şêxmeqsûd kom bûn û ber bi Meclisa Şehîd Gelhat ve meşiyan.

Meş li pêşiya meclisê rawestî û veguherî mitîngê.

Endama Kongra Star Mewlîde Silêman got, heta Rêber Apo rizgar nebe, ew ê berxwedana xwe dewam bikin.

Mewlîde diyar kir dewleta Tirk ji ber projeya demokratîk a rêber Apo hebûna Tirkiyê dixe xeteriyê, lewre tecrîdê li ser Rêber Apo giran dike.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Elî Mistefa jî axivî û got, bi saya fedakariyên rêber Ocalan gel rastiya xwe nas kir.

Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî jî bi heman armancê meşek li dar xist.

Bi sedan şênî li Çerxerêya Dîsîplîna Leşkerî kom bûn û ber bi navenda navçeyê meşiyan.

Meş li Çerxerêya Şaredariyê veguherî mitîngê.

Li ser navê şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên Girê Spî Salih El-Hecî axivî û got, “dewleta Tirk ji bo ku aramî û ewlehiya li Rojhilata Navîn têk bibe, tecrîda li ser rêber Ocalan dewam dike.

Salih El-Hecî ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan, bang li civata naveteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike.

Back to top button