KCDK-E bang li Kurdistaniyan kir ku 10’ê Kanûnê dakevin qadan

KCDK-E bang li Kurdistaniyan û hêzên demokrasiyê kir ku 10’ê Kanûnê ji bo azadiya Rêberê Apodakevin qadan.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê têkildarî 10’ê Kanûnê Roja Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

KCDK-E’yê nerazîbûn nîşanî saziyên Ewropayê û CPT da ku li pêşberî tecrîdê bêdeng in û got:

“Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya têkildarî Rêber Apo gaveke girîng e, lê belê dema ku heta Îlona 2022’an daye Tirkiyê demeke gelekî dirêj e ku nayê qebûlkirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Rêber Apo ne kesek ji rêzê ye, hêviya gelên Rojhilata Navîn e, li dijî şer yekane hêza çareseriyê ye.

Tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya şerê li dijî siberojên ji jiyana hevpar a gelan, azadî û mafên demokratîk.

Insîyatîva Ji Abdullah Ocalan re Azadî biryar li ser da ku 10’ê Kanûnê ”Roja Cîhanî ya Azadiya Abdullah Ocalan” be.

KCDK-E’yê bang gelê Kurdistanê, hêzên demokrasiyê kir ku 10’ê Kanûnê tevlî çalakiyan bibin.

Back to top button