Li Qamişlo û Til Koçer merasimên şehîdan

Cenazeyê şervanê hêzên ewlekariya hundirîn Fewaz Omer li goristana Şehîd Delîl Saroxan û cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Elî Ehmed El-Mihemed li navçeya Til Koçerê Goristana Şehîd Uqab Eswed bi merasiman hatin oxirkirin.

Li Til Koçerê ji bo şervanê QSD`ê şehîd Elî Ehmed El-Mihemed merasimek hat lidarxistin.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji navçeya Girkê Legê wergirt û birin Goristana Şehîd Uqab Eswed a li Til Koçerê.

Li goristnê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD merasimeke leşkerî li dar xist.

Yek ji fermandarên QSD`ê Mihyedîn Xêrikî di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbatê şehîd re xwest.

Bi navê malbatê, birayê şehîd Elî Ehmed axivî û soza şopandina rêya birayê xwe û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê da.

Di dawiyê de wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Paşê cenazeyê şehîd bi dirûşm û tililiyan hate veşartin.

Li Qamişlo cenazeyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Fewaz Omer hat oxirkirn

Li Qamişlo jî merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Fewaz Omer li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li bajarê Qamişlo hat li dar xistin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Muhyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:

“Ji destpêka şoreşê ve gelê Rojavayê Kurdistanê şehîdan didin da ku ewlehî û aramî li herêmê pêk were.”

Hesen diyar kir şehîd Fewaz bav bû lê dîsa jî erka xwe ji bo peydakirina ewlehiyê li herêmê bi cih anî.

Xalê şehîd Fewaz, Yunis Ehmed jî axivî û got: “Divê em rêya wan berdewam bikin da ku layîqî fedakarî û hêviyên wan bin.”

Malbata şehîd Fewaz Omer soz da ku rêya kurê xwe berdewam bike û têkoşînê mezin bike da ku destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin parastin.

Piştî wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê cenazeyê şehîd Fewaz hat oxirkirin.

Back to top button