Çeteyan hezar darên zeytûnê li gundê Meydankê yê Efrînê birîn

​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê her diçe zêde dibe. Vê carê jî, çeteyan zêdetirî hezar darên zeytûnan yên ji gundê Meydankê yê navçeya Şera birîn.

Li gorî nûçeya ANHA’yê çeteyên dewleta Tirk ên li gundê Meydankê bi cih bûne, zêdetirî hezar darên zeytûnan ên 4 welatiyên gund ên bi navênTahir Ebdulrehman Şêx Mihemed, Mihemed Şêx Mihemed, Ebdulrehman Hec Qedrî û Elî Osman Osman birîn.

Hat diyar kirin çeteyan beriya çend rojan di saetên derengiya şeve de darên welatiyan birine.

Back to top button