Şandeyeke Rêveberiya Xweser li Siwîsre bi şaredarên Veveyê re li hev civiyan

Nûnerên rêveberiya xweser, têkildarî êrîş û ambargoya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê, li gelek navendên Ewropayê hevdîtin pêk anîn. Şandeyeke Rêveberiya Xweser û Şaredariya Veveya a Siwîsrayê li hev rûniştin.

Di çarçoveya van hevdîtinan de, îro li bajarê Cenevê, şandeyek ji rêveberiya xweser li gel rêveberiya Şaredariya Veveyê civiya..

Şandeya rêveberiyê, bi pêşengiya hevserokê desteya şaredarî û ekolajiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê Cîhat Omer bû…..

Şande bi Alîkarê Şaredara Veveyê Gabrîella Kamepf ve hatin cem hev.

Cîhad Omer, di hevdîtinê de geşedanên li herêmê, êrîşên dagirkeriya Tirk, qutkirina avê li ser herêmê û ambargoya li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê anî ziman..

Her wiha işaret bi têkoşîna gelên heremê ya li dijî DAIŞ’ê, pergala demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê jî hat kirin..

Di hevdîtinê de şandeyê daxwaz kir ku destek ji bo projeyên rêveberiya Xweser were dayîn..

Back to top button