PYD’ê êrişa li ser Şengalê şermezar kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Şengalê ku di encamê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê Merewan Bedel şehîd bû şeremzar kir. 

PYD’ê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrişa li dijî Hevserokê Meclisa Rêveber a Şengalê da û bang li civata navneteweyê û azadxwazên cîhanê kir ku rejîma Tirk sûcdar bikin.

PYD di daxuyaniyê de diyar kir ku êriş hemwextî êrişên hovane yên DAIŞ’ê yên li ser gelê me yê Başûrê Kurdistanê pêk hat.

Her wiha bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê kir ku berpirsyartiyên xwe bi cih bînin û sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyê re deynin.

KCDK-E: Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê bi bêdengiya xwe komkujiyê dipejirînin

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropa jî têkilî êrişa terorî ya dewleta Tirk a li ser Şengalê daxuyaniyek da û êriş şermezar kir.

KCDK-E Di diyar kir ku hikûmeta başûrê Kurdistanê û bi bêdengiya xwe komkujiyê dipejirînin û bang li gelê Kurd ê êzidî yên li Ewropayê û tevahiya gelê Kurdistanê ku li dijî komkujiyên dewleta Tirk rabin ser piyan.

Back to top button