Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşa li dijî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şermezar kir û weke êrîşa li dijî Şengala xweser û azad binav kir.
Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê di daxuyaniyê de wiha got:
Ev êrîş di rojeke pîroz a Êzdiyan de, di roja yekemîn a Rojiya Êzdî de hate kirin.
Hevalê me Merwan Bedel ji bo amadekariyên cejnê ji bo zarokên xwe bibe sûkê ji mal derketibû.
Armanca dijmin ew e ku roja me ya herî pîroz, roja me ya herî bi wate ji me re bike roja herî bi êş û bi jan.”
Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê diyar kir ku êrîş berdewama komplo û peymana 9’ê Cotmehê ya navbera Hewlêr û Bexdayê de ye.
Ev êrîş berdewama şehîdkirina Mam Zekî, Ş.Zerdeşt û Ş.Seîd Hesen e.
Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku her çiqas ev êrîş bi destê dewleta tirk a dagirker hatibe kirin jî em di serî de hikumeta Iraqê ji vê êrîşê berpirsyar dibînin.