Îşev tugaya 10 ya pêşmergeyan a li Pirdê ya bi ser Kerkûkê ve hate topbarankirin.
Li gorî agahiyan 4 guleyên hawanê li herêmê ketine, lê zirarên giyanî çênebûne.
Berdevkê Polîsan Amir Şiwanî ji ajansa Rojnews’ê diyar kir ku ti zirarek giyanî çênebûye û gule ji aliyê gundê Bîralk ku dikeve nêzî bajaroka Şiwan ve avêtine Pirdê û got, tê texmînkirin ku êriş ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibe kirin.