ROJIYA MIRINÊ YA 15 GIRTIYAN DI ROJA 9’AN DE YE

Têkoşîna li dijî tecrîdê her roj mezin dibe..

Li dijî tecrîdê hem grevên birçîbûnê, hem jî çalakiya Rojiya Mirinê ya 15 girtiyan didome.

Ji 30’ê Nîsanê ve 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê dest bi rojiya mirinê kirin.

15 girtî ev 9 rojin li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di çalakiya rojiya mirinê de ne.

ÇALAKGER ÇÎÇEK: ENCAM ÇI DIBE BILA BIBE, SERKEFTIN WÊ YA ME BE

Yek ji çalakgerên rojiya mirinê jî Zozan Çîçek e ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê tê hiştin.

Çîçek bi rêya parêzera xwe Ayşe Acînîklî peyamek şand .

Di peyama Çîçek de wiha tê gotin:

“Grevên birçîbûnê yên bi slogana ‘Em tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin’ dest pê kir, roj bi roj mezin dibin.

Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê berxwedanê mezintir bikin û bi azadiyê tacîdar bikin.

Banga me ya li gelê me jî di vê çarçoveyê de ye.”

Leave a Reply

Back to top button