Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû

Şengal duh careke din bû armanca dronên Tirkyeya qirker. Bi dronan êrîşî bajarokê Xanesorê kir û erebeyeke sivîl kir armanc. Di vê êrişê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû. Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê êrîşa şermezar kir û weke êrîşa li dijî Şengala xweser û azad binav kir. 

Duh se’etên nîvro dewleta Tirk bi dronan careke din êrişî Şengalê kir.

Êriş li bajarokê Xanseorê ya Şengalê û li dijî erebeyeke sivîl pêk hat.

Tê de Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda şehîd bû.

Ne tenê ew di erebeyê de bû; her du zarokên wî jî tê de bûn û ew jî dişewitin û birîndar dibin.

Ne êrişa yekem e li ser Şengalê, berî niha bi dehî caran êriş kiriye û sivîl şehîd xistine.

Ya dawî jî 17’ê Tebaxê bû ku hingî jî nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê kirin armanc û komkujiyek pêk anî.

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Ev êriş li dijî Şengala xweser û azad e

Li dijî vî sûcî, Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser a Şengalê ev êriş weke êrîşa li dijî Şengala xweser û azad binav kir û bi tundî şermezar kir.

Her wiha anî ziman “Ev êrîş di rojeke pîroz a Êzdiyan de, di roja yekemîn a Rojiya Êzdî de hat kirin û armanc jî ew e roja herî pîroz û bi wate bike roja herî biêş û jan.”

Hat destnîşankirin ku ev êriş dewama komplo û peymana 9’ê Cotmehê ya navbera Hewlêr û Bexdayê de ye û dewama şehîdkirina Mam Zekî, Ş.Zerdeşt û Ş.Seîd Hesen e.

Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Şengalê di dawiya daxuyaniyê de tekez kir “Her çiqas ev êrîş bi destê dewleta Tirk a dagirker hatibe kirin jî lê ew hikumeta Iraqê û PDK ji vê êrîşê berpirs dibînin.”

Back to top button