Ji binpêkirina mafên mirovan Amerîka cezayên nû li Îranê birîn

Rêveberiya Amerîkayê rêze-cezayên nû li Îranê birîn.
Sedema vê yekê jî weke zêdebûna binpêkirina mafê mirovan hate diyarkirin.
Rêveberiya Tahranê jî li dijî vê yekê bertek nîşan da û got:
Cezayên nû yên Amerîka, wê ji bo wan di danûstandinên nukleerî de nebe avantaj.

Îran û hêzên cîhanî ev demek e li Vîyanayê hewl didin rêya çareseriyê ji bo bernameya nuklerî peyda bikin.

Hêviya Tehran ew e ku di van hevdîtinan de, ambargoya aborî bi temamî li ser Îranê were rakirin.

Tam di wextekî wiha de, Waşîngton rêze-cezayên nû li Îranê birîn.

Bi îdîaya ku berpirsiyara wan di binpêkirina mafê mirovan de heye, 10 sazî û kesayet ketin ber biryara cezayê.

Bi taybet jî aliyên saziyên polîs û rayedarên zindanan.

Di nava wan de fermandarê hêzên taybet Hesen Keramî û fermandarê hêzên dij-terorê Muhsîn Îbrahîmî jî hene.

Her wiha ji ber zêdebûna bidarvekirinan, ceza li rêveberên zindana Zehdan û Esfahnê jî hat birîn.

Li gorî biryara Gencîneya Amerîkayê, ev derdor bi fermana hukûmeta Îranê, zilmê li mirovên sivîl û malbatên wan dikin.

Îran: Cezayên nû wê destê DYA di danûstandinên nukleerî de bihêz neke

Tahranê li dijî cezayên nû bertekên tund nîşan da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku cezayên nû yên Amerîka wê ji bo Washingtonê di danûstandinên nukleerî de nebe avantaj.

Xetîbzade di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir de bal kişand ser danûstandinên nukleerî yên li paytexta Awisturya Viyanayê û got:

“Amerîka di nava hevdîtinên Viyanayê de jî dest ji cezayên li ser Îranê bernade.”

Back to top button