Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebîr Êliya dibêje ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî karesateke mirovî ne û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku ji bo vekirina dergehê Til koçer li pêşiya alîkariyên mirovî bixebitin.
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî milyonek koçber û penaber hene ku di 15 kampên fermî de dijîn.
Ji 2019`an ve piştî vetoya Rûsya û Çînê û girtina dergehê Til Koçer, alîkariyên NY naghêje wan.
Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe pêdiviyên jiyanî yên penaberan û koçberan peyda dike.
Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Êliya derbarê mijarê de, ji ajansa ANHA’yê re axivî.
Ebîr Êliya diyar kir ku girtina dergehê Til Koçer bi vetoya Rûsya û Çînê, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê li ber zehmetî û encamên neyînî vekiriye.
Ebîr destnîşan kir ku bi rêya dergehê Til Koçer alîkariyên mirovî û tenduristî derbasî herêmê dibûn ku gelek kampên koçberan tê de hene û wiha got:
“Pêwîstiya van kampan bi alîkariyê heye û divê civaka navneteweyî alîkariyê pêşkêş bikin.”
Ebîr Êliya da zanîn di hemû hevdîtinên wan yên der û hundir de mijar hatiye rojevkirin û gotubêjkirin.
Ebîr Êliya dawiyê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku ji bo vekirina dergehê Til Koçer bixebitin da ku alîkarî derbasî herêmê bibin.