TEV-DEM: Berpirsên peymana 9’ê Cotmehê, hevkarên êrişên li ser Şengalê ne

Tevgera Civaka Demokratîk û Kongra Star bi daxuyaniyên cuda êrişa li ser Şengalê şermezar kir. Di daxuyaniyan de hat ragihand ku berpirsên peymana 9’ê Cotmehê, hevkarên êrişên li dijî civaka Êzidî ne.

Li dijî êrişa duh li ser Şengalê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TEV-DEM’ê diyar kir ku dewleta Tirk bi desteka hevkarên xwe hewl dide gelê Şengalê qir bike û ev got:

Rêjîma faşîst û dagirker li Şengalê komkujiyan li dijî sivîlan didomîne.

Doh bi rêbazên terorî, bi dronekî êriş li dijî rêveberiya civaka me ya êzidî ya Şengalê pêk anî.

Ev êrişa hovane bi rêya sîxur, xayîn û dijminên mirovahiyê pêk hat.

TEV-DEM’ê, AKP’ê weke hêza terorîst û dijminê mirovahiyê binav kir, û got:

”Hemû derfetên xwe li hemberî vîna gelan, bi taybet civaka Êzidî û gelê Kurd bi kar tîne.

Bi êrişa li dijî rêveber û fermandaran, hewl dide vîna civaka Êzdî bişikîne.

Armanca din a rêjîma Tirk jî valakirina Şengalê ye. Bi vê yekê projeya DAIŞ’ê ya nîvcomayî temam dike.

Tevî vê hovîtiyê jî wê vîna bihêz a Şengalê neyê şikandin.”

TEV-DEM’ê berpirsên peymana 9’ê Cotmehê weke hevkarên êrişên li dijî civaka Êzdî bi nav kir û bang li gelê Kurd kir ku bi hevgirtina xwe tekoşîna li dijî dewleta faşîst bihêz bikin.

kongra Star: Gelê Êzidî dîsa bi qirkirinê re rû bi rû ye

Li dijî heman sûcî Kongra Star jî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya xwe de Kongra Star anî ziman “Gelên Êzdîxanê yên ku rêveberiya xwe ya xweser, artêş û asayîşa xwe ava kirîn, îro dîsa bi qirkirinê re rû bi rû ne.”

Dawiya daxuyaniyê, Hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî li ser bêdengiya wan a li hember van êrişan hatin şermezarkirin.

Back to top button