JI OCALAN RE AZADÎ.. XELATGIRÊN NOBELÊ NAMEYEK JI CPT RE ŞANDIN

Xelatgirên Nobelê yên daxwaza bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan dikin, nameyek ji Sekreterê Giştî yê CPT’î re şandin

Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Adolfo Perez Esquivel, nameyek ji CPT re şand.

Name bi navê Xelatgirên Nobelê yên ku mehên Çile û Nîsanê ji bo bidawîbûna tecrîdê du caran bang kiribûn, hate şandin.

Tevî nameyê rapora Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya li ser rewşa li Kurdistanê û daxwazên ji bo bidawîbûna tecrîdê, ji CPT re hate ragihandin.

Di nameyê de bang li CPT hate kirin ku serdana îmraliyê bike û wiha hat gotin:

Bi ketina nava liv û tevgerê re CPT dikare dawî li vê rewşa bêhiqûqî bîne.

Hevdîtina bi Ocalan re bi saya berxwedana greva birçîbûnê pêk hat.

Ji bo rakirina tecrîdê bi tavilê di nameyê de ev hişarî hat dayîn:

Heger li dijî zextên dewletan ji bo bindestan nekeve nava tevgerê, wê demê wê hincetên hebûnê yên saziyên Ewropayê ji holê rabin.

Leave a Reply

Back to top button