Li Hollandayê…40 ciwanên ku li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çalakî kiribûn hatin dersînorkirin

Ciwanên ku li bajarê Den Haagê yê Holandayê li ber avahiya Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî çalakî pêk anîn û bêdengî şermezar kirin, ji aliyê polîsan ve hatin dersînorkirin.

Polîsan 44 ciwan piştî çalakiyê girtin, 40 jî ji ber ku ne welatiyên Holandayê bûn hatin dersînorkirin.

Ji bo 4 ciwanan jî dema binçavkirinê heta 2 hefteyan hat dirêjkirin.

Hat zanîn ku yek ji ciwanan li balafirgeha Rotterdam ê Hollandayê hatiye rawestandin da ku wî dersînorî Fransayê bikin.

Parêzerê ciwanan Huseyin Aktaş nerazîbûn nîşanî vê yekê da û da zanîn ku bi dersînorkirina ciwanan xwestin wan çavtirsandî bikin .

Back to top button