Şehîd Merwan Bedel bi merasîmeke girseyî hat oxirkirin

Civaka Êzidî îro pêşengekî xwe yê din oxirkirin. Bi hezaran Şengaliyan cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ku duh di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, bi merasîmeke heybet oxir kirin.
Di merasîmê de soza şopandina şehîd Merwan Bedel hate dayîn û hate gotin ew ê li ser rêya şehîd Merwan Bedel û şehîdên din têkoşîna xwe ya Şengala xweser û azad mezintir bikin.

Şengaliyan îro bi merasîmeke heybet şehîdê xwe hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda, ku duh di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker hate şehîdxistin, oxir kirin.

Şengalî li Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê cenazeyê şehîdê xwe wergirtn û ji bo rê û resmên olî anîn mala wî.

Bi hezaran Şengalî li ber mala Şehîd Merwan Bedel kom bûn û cenazeyê Şehîd wergirtin.

Şengaliyan ser milan û bi dengê def û zirneyan û dirûşmeyan cenazeya şehîdê xwe ber bi goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve bi rê kirin.

Li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ji bo Şehîd Merwan Bedel merasîmeke leşkerî hat lidarxistin.

Endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Şengalê (TAJÊ), Yekîtiya Ciwanên Êzidî, hevserokên PADÊ, Fermandariya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzîdxanê, oldar û serokeşîr û her wiha gelê Ereb jî di merasîmê de amade bûn.

Di mersîmê de, li ser navê fermandariya YBŞ’ê Tîrêj Şengalî axivî û bal kişand ser ked û têkoşîna Şehîd Merwan Bedel û û soza şopandina rêya wî da.

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Brahîm jî axivî bal kişand ser jiyana têkoşer a Merwan Bedel û sersaxî ji civaka Êzîdî re xwest:

Piştî axaftinan cenazeyê Şehîd Merwan Bedel bi dirûşmeyên Şehîd Namirin spartin axê.

Şengaliyan piştî merasîmê dest bi meşeke girseyî kir

Paşê Şengaliyan li Sinûnê dest bi meşeke girseyî kirin.

Back to top button