Mehmet Ocalan: Divê deriyê Îmraliyê yekser were vekirin

Birayê Rêber Apo, Mehmet Ocalan li ser tecrîda giran a li dijî Rêber Apo axivî û got: JI ber agahiyên me li ser rewşa wî nîne, Em li ser jiyana Rêber Apo bitirs in. Mehmet Ocalan anî ziman “Ev pirsgirêk, pirsgirêka her kesî ye û tekez kir divê deriyê Îmraliyê yekser were bê vekirin.”

Zêdetirî 8 mahan e ji Rêber Apo agahî nayê girtin.

Vê yekê hiştiye malbata wî jî di nav de, gelê kurd tev û li her derê dilgiran û bitirs be .

Mehmet Ocalan, birayê Rêber Ocalan, bertek nîşanî astengkirina hevdîtinan da û got ev yek nayê qebûlkirin.

Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku zêdetir, 8 meh in agahiyê ji Rêber Apo nagirin û wiha axivî: “Li wir çi diqewime, haya me jê tune. Em tu agahiyê nagirin. Ev tişt nayê qebûlkirin.”

Mehmet Ocalan, bal kişand li ser bangawaziya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya derbarê Rêber Apo Ocalan de û ev anî ziman :

“Ev biryareke baş e, lê salek dem dane. Di salekê de wê çi bibe çi nebe, em nizanin.

Ger Ewropa bixwaze wê karibe vê meseleyê çareser bike.

CPT, gava bixwaze dikare her tiştî bike. Lê nake.”

Mehmet Ocalan: Çareseriya hemû pirsgirêkan vekirina deriyê Îmraliyê ye

Birayê Rêber Apo, bal kişand li ser hevdîtinên li Enqereyê yên di vî alî de jî û got: “Ev pirsgirêk pirsgirêka her kesî ye. Divê deriyê Îmraliyê were vekirin. Ocalan li wir bê nefes hiştine û divê derî li ber malbatan were vekirin.”

Mehmet Ocalan, sedema hemû pirsgirêkên welêt tecrîda li Îmraliyê ye û ev lê zêde kir : “Ger meseleya kurdî bê çareserkirin, wê pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê jî çareser bibin. Pirsgirêka herî mezin girtina deriyê Îmraliyê ye.”

Back to top button