Kampa Holê…jineke din kuştî hat dîtin

Careke din li Kampa Holê bûyerên kuştin û revandinê çêbûn.
Duh jineke din di kampê de kuştî hat dîtin û îro jî kesek hat revandin.

Doh li beşê 4’an ê kampa Holê cenazeyê jina bi navê Duha Ismayîl El-Eqrei kuştî hat dîtin.

Ev jina hatî kuştin jî 25 salî ye.

Kurê wê li ser bûyerê ev tişt anî ziman:

”4 kesên rûgirtî bi ser me de girtin û dayika min revandin.

Piştre cenazeyê dayika min kuştî hat dîtin.”

Vê sibehê kesekî din li kampê hat revandin

Ji bilî van bûyerên kuştinê yên ku rojane çêdibin, revandin jî li kampê zêde bûye.

Vê sibehê kesê bi navê Ednan Xeşam ku bi navê Ebû Xalid tê naskirin hat revandin.

Li gorî hevjîna Ednan dibêje, ew ji aliyê 4 kesên ku cilên reş li xwe kiribûn û rûgirtî bûn hat revandin.

Back to top button