Senatoya DYA firotina çekan ji bo Erebîstana Siûdî erê kir

Ji ber şerê li Yemen û êrişên Hûsiyan li ser xaka Erebîstana Siûdî pêwistiya Riyadê bi cebilxaneyên nû heye.
Ji ber vê yekê Siûdiyê serî li DYA dabû.
Senatoya DYA’yê firotina moşekan ji Erebistana Siûdî re bi nirxê 650 milyon dolar, erê kir.

Duh Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşnûmaya ku firotina moşekên pêşketî yên hewa bo hewa yên navîn û topavêjên moşek û çekên din ji Erebistana Siûdî re qedexe dike, red kir.

Pêşnûma bi piraniya dengan hate redkirin.

Endamên Senatoyê Rand Paul û Mike Lee, her wiha Bernie Sanders pêşnûma pêşkêş kir da ku peymana çekan a bi bihayê 650 milyon dolar ji Erebistana Siûdî re, asteng bike.

Gelek endamên Senatoya DYA’yê got,

Erebistana Siûdî hevalbendeke girîng li Rojhilata Navîn e û hin endamên Kongreyê jî Siûdî rexne kir ku ji ber beşdarî şerê li Yemenê bûye.

Back to top button