Helîkoptera ku sererkanê Hindistanê tê de bû ket

Li Hindistanê îro bicarekê de ketina helîkoptera Sererkanê Hindistanê deng veda.
Tevî Sererkan Bîpîn Rawat, fermandarên din jî di helîkopterê de hebûn.

Li gorî daxuyaniyê ya Hêzên Hewayî helîkoptêra leşkerî ya bi tîpa M-17V5 a bi mohra Rûsyayê, li nêzî bajarê Ooty yê eyaleta Tamil Nadu ku dikeve başûrê Hindistanê ketiye.

Di helîkopterê de 14 kes hebûn.

Tê gotin, ji van herî kêm 4 kes mirine û birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Têkildarî rewşa Rawat ti agahî nehatin parvekirin.

Hate ragihandin helîkptêr ber bi saziya ku li ser qada parastina perwerdehî lê dihate dayin, diçû.

Medyaya Hîndê dîmênên ku qerqoteyên helîkoptêrê didin li derewê qeliband.

Medyaya xwecih diyar kir helîkoptêr ji baregeha hewayî ya Sulurê rabûye.

Fermandariya Hêza Hewayî ya Hindistanê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku têkildarî bûyerê lêkolîn dane despêkirin.

Fermandarîya hêzên bejayî, hewayî û deryayî li Hindistanê di dawiya sala 2019’an de hatin yekkirin û Rawat ê 63 salî yê Fermandarê berê yê Hêzên Bejayî, wek Serfermandarê Hindistanê hat erkdarkirin.

Back to top button