Endonezya…ji ber barana zêde 39 taxên cekarta di nava avê de mane

Li Endonezya di nava demên dawiyê de barana zêde gelek herêm di nava avê de hiştine.
Cakarta yek ji van herêmane ku herî zêde ziyan ji barana zêde dîtî.
Kolan, di nava avê de mane û zarok jî ava kombûyî ji bo xwe weke golên avjeniyê bikar tînin.

Barana zêde ya ku doh bariya, li nava Cakarta bû sedema lehiyê.

Bi lehiyê re gelek avahî di nava avê de mane.

Ajansa Jeofîzîk û Meteorolojî ya Endonezya ragihand ku 39 taxên Cakarta di nava avê de mane.

Ji ber lehiyê gelek avahî êdî nayên bikaranîn.

Şêniyên herêmê jî hewil didin bi fêrî rewşa heyî bibin.

Zarok jî li cihên av mîna golan kom bûyîn, ji xwe re avjeniyê dikin.

Back to top button