Rêveberiya Xweser: Êrişên dewleta Tirk dewama hewldanên qirkirina gelê Êzidî ye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê bi daxuyaniyên cuda êrişa li ser Şengalê şermezar kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê jî daxuyaniyek da.

Rêveberiyê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk yên li ser Şengalê xizmeta DAIŞ’ê dike û wiha anî ziman:

“Dewleta Tirk û çeteyên wê Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel kirin hedef.

Êrişên dewleta Tirk, dewama hemleyên qirkirinê yên li dijî êzidiyan e.

Hewldaneke mîna pêkanîna komkujiyên Tebaxa sala 2014’an ya li dijî gelê Êzidi ye.”

Rêveberiya Xweser sersaxî ji malbata şehîd Merwan, xelkê Şengalê û Rêveberiya Şengalê re xwest û êriş şermezar kir.

Rêveberiyê, dawî de bang li hêzên cîhanê kir, li beramberî êrişên dewleta Tirk yên li dijî Şengal û herêmê bêdeng nemînin.

Back to top button