THE GUARDIAN: FIKIRA DAIŞ’Ê HEYE Û XWE KOMÎ SER HEV DIKE

Hêzên Sûriya Demokratîk serketina 23’yê Adarê li dijî DAIŞ’ê ragihand .. Lê xuya ye ku hîna xeteriya DAIŞ’ê li holê ye. Rojnameyek birîtanî dibêje ku, DAIŞ’ê di bin ala êrîşan de careke din xwe dide ser hev.

Rojnameya The Gardian a Birîtanî gotarek bi navê ” Dewleta Xîlaftê bi dawî bû lê planên nû yên DAIŞ’ê hene” parve kir..

Rojnameyê diyar kir ku, piştî çend salan Ebû Bekir El-Bexdadî careke din xuya kir, lê ev kes ne xelîfeke û fermanê dide, ev kesek e ji edaletê reviyaye..

The Gardian destnîşan kir ku, Bexdadî di devereke ewlekrî ya teng de ku tije alîgirên wî ye dijî û ew weke lawirê reviyayî bi nav kir.

Ew di tirseke mezin de ye ku hindek wî radest bikin û 25 milyon dolarî bistîne.

Rojnameya The Gardian teqez kir ku, fikira DAIŞ’ê hîna di mejiyê gelek kesan de ye..

Bi taybetî kesên ku DAIŞ’ê ew bi Ideolojiya xwe dane bawerkirin..

Dibe di dema dawî û piştî windakirina Mûsil û Reqa DAIŞ’ê nema zêde xuya kir, lê belê niha jinûve li gelek deveran di bin ala êrîşan de derdikeve û di encamê de gelek kesî jiyana xwe ji dest daye

Leave a Reply

Back to top button